İbrahim Atmaca
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
MUŞ
Tîma Beza Bikaşûn a Mûşê antremanên xwe li salona sporê û li ser rêya asfalt didomîne.
Antrenorê tîmê Veysel Oglago daxuyanî da rojnamegeran û got ku ji ber nebûna berfê ew xebatên xwe li tesîsên Midûriya Bajêr a Sporê û Xizmetên Ciwaniyê li ser asfalt û betonê dikin.
Oglago diyar kir ku ew bi nêzî 70 kesan va antrenmanê dikin û wiha dewam kir: "Hedefa me ew e ku li Tirkiyeyê pêşkevin û di pêşbaziyan da bi serkeftinên baş vegerin Mûşa xwe."
Oglago daxuyand ku werzişvan rojê 3 saetan antrenmanê dikin û wê di sala 2018an da beşdarî "Şampiyonaya Xweşiqitandinê ya Biteker a Tirkiyeyê" bibin û wiha dewam kir:
"Tîma ku me çêkir vê gavê ji bo bibe yekemînê bajêr amadehiyê dike. Em ê zivistanê jî bi kaşûna zivistanê va xebatên xwe bidomînin. 2 tîmên beza bikaşûn bi navê alp û disîplîna bakur hatin avakirin. Di tîman da temenê werzişvanan di navbera 8 û 12an da ye. Di beza bikaşûn da nêzî 300 werzişvanî hene."
Ji xwendekarên Lîseya Sporê ya Mûşê Kader Kizilkayayê jî got ku hedefa wê şampiyontiya Tirkiyeyê ye.