Haydar Şahin
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
BÎNGOL
Hejmara rêwiyên ku di sala 2017an da ji Balafirgeha Bîngolê îstifade kirin li gor sala 2016an ji sedî 5 zêde bû û gihîşte 164 hezar û 490 kesî.
Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Xebitandina Meydanên Hewayê ya Dewletê da hat diyarkirin ku di berfanbarê da 11 hezar û 658 kesan ji bo rêwîtiyê Balafirgeha Bîngolê bi kar anîn.
Di meha dawîn a salê da li balafirgehê trafîka rêwiyên navxweyî li gor heman meha 2016an ji sedî 2 zêde bû û gihîşte 11 hezar û 658 kesan.
Hejmara rêwiyên di seranserê salê da Balafirgeha Bîngolê bi kar anîn jî li gor sala beriya xwe ji sedî 5 zêde bû û gihîşte 164 hezar û 490 kesî.
Sala par li balafirgehê trafîka teyareyan ji sedî 13 zêde bû gihîşte hezar û 499an, trafîka bar jî ji sedî 7 zêde bû û gihîşte hezar û 539 tonî.