Sevim Hatun
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
VAN
Omer Ayçîçekê kaşûnbaz yê ji Wanê di Misabeqeya Beza bi Kaşûnê ya Navneteweyî de, bû duyemîn.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Bajêr a Spor û Xizmetên Ciwaniyê, li pîstên Çiyayê Palandokenê di 6 kategoriyan de pêşbazî hat kirin, ji 15 welatan 128 sporvan beşdarî bêşbaziyê bûn.
Ayçîçek di kategoriya mêran a beza 15 kîlometre de bû duyemîn.
Anterenorê Kaşûna Milî Halîs Korkmaz piştî misabeqayê bi telefonê bi Midûrê Bajêr yê Spor û Xizmetên Ciwaniyê Nevzat Înanç re axivî û kêfxweşiya bo serkeftinê pê re parve kir.
Înanç got ku ew bi sekeftina sporvanên xwe yên li bajêr kêfxweş dibin û wiha xeber da:
"Ji bo vê serkeftina xweş antronor û sporvanên xwe ji dil pîroz dikim. Sporvanên bajarê me ji her branşê dereceyên cuda bi dest xistin, em bi vê kêfxweş bûn. Kaşûnhezê me yê milî Omer Ayçîçek jî yek ji sporvanên me yê serkeftî ye."