10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 14 Mijdar 2016
GAZÎANTEP
Li Cerablûsa nîşaneya Operasyona Mertalê Firatê piştî ku sûriyeyî vegeriyan esnafan dikanê xwe vekirin, cotkaran dest bi çandiniyê kir, li herêmê bi alîkariya Tirkiyeyê jiyan normalîze bû.
Hêzên Asmanî yên Hevpeymaniyê û Hêzên Çekdar ên Tirkyeyê (TSK) di çarçoveya herekata dijî DEAŞa rêxistina terorê ya li Sûriyeyê de, ewlehiya Cerablûs û derdora Cerablûsê parast. Li Cerablûsa zêdetirê 30 hezarî însan dimînin jiyan normalîze bû gelê herêmê ji bo aramiya li herêmê kêfxweş e. Esnafên herêmê serê sibê hetanî êvarê li ser dikanê xwe ne, nanpêj nan lê dixin, ji malan jî bêhna şîvan tê. Ji bilî vana xizmetên ku Tirkiye dibe herêmê jî jiyana rojane ya niştecihên herêmê hêsantir dike.
Şaredara Gazîentabê Fatma Şahînê got ku raste rast me eleqedar dikin û wiha dewam kir: "Operasyona Mertalê Feratê ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê hat kirin. Bi taybetî Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li herêmê biserketin, di demeke kurt de herêm kirin cihekî ewle. Lazim bû gelê hermê vegere wir. Me jî ji bo li wir jiyan normalîze bibe alîkarî da herêmê."
Fatma Şahînê got ku wan makîneyên kar guhastin herêmê, pirsgirêkên paqijî, ava vexwarinê û ceyranê çareser kirin û wiha axivî:
"Me Cerablûs paqij kir, me pirsgirêka avê çareser kir. Me av kişand malan. Me dibistan temîr kirin. Me wek Şaredariya Bajarê Mezin dibistanek temîr kir. Me parka zarokan çêkir. Piştî çêkirina van deran jin û zarok çûn bajêr. Cotkaran dest bi cot kir. Esnafan dikanên xwe vekirin. Bêhna xwarinê tê. Nan tê pehtin. Her kes demildest cardin vegeriya ser axa xwe."
Şahînê got ku piştî operasyonê dema ku ew çûn Cerablûsê, nifûs dora 5 hezarî bû, lê piştî alîkariyan hejmara nifûsê ji 30 hezarî derbas bû.