Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di çarçoveya xebatên paqijkirina berfê de 4 ton xwê û 43 ton solusyon bi kar anîn. Ji ber ba û bahozê serbanê 9 avahiyan ji cih derketin û 11 dar jî qelibîn.
Di daxuyaniya ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat kirin de hat gotin ku li ser hişyariya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê Navenda Kordînasyonê ya Afatê (AKOM) jî amadehiyên xwe kir û ekîbên wê heta seranserê şevê ji ser rêyan berf paqij kirin.
Li her du aliyên Stenbolê yanî li Anadoluyê jî li Ewropayê jî heta serê sibehê berf û hin caran jî jî weke pûk bariya. Berf ber destê sibehê zêdetir bariya û ekîbên şaredariyê jî rê paqijkirin û xwê li rê reşandin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya ku bi hezar û 28 wesaît, makîneyên kar û 4 hezar û 815 xebatkaran pêk tê seranserê şevê li ser rêyên sereke xebitîn û ji ber berfê di çûn û hatinê de tu tengasî çênebû.
Di xebatên rêpaqijkirin û xwêreşandinê de 4 hezar ton xwê û 43 hezar ton jî solusyon hat bikaranîn. Ba û bahozê serbanê 9 avahiyan ji cih derxist û firand, 11 heb dar jî qelibîn.
- Sitûriya berfê gihîşt 40 santîmetreyî
Sitûriya berfê li Çatalca û gundên wê 15-40 santîmetre yanî bi qasî du bihostan, li Hadimkoy, Beylîkduzu, Başakşehîr û Esenyûrtê 10-15 santîmetre, li Maslak û Sariyerê 4-8 santîmetre, li Ûgûr Mûmcû, Başibuyuk û Çamlicayê 10-15 santîmetre, li Sûltanbeyliyê 8 santîmetre, li Tuzlayê 25 santîmetre, li Beykoz, Çekmekoy û Sancaktepeyê 5-12 santîmetre, li Şîle û gundên wê jî 8-13 santîmetre hat pîvandin.