Haydar Şahin
11 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2018
OSMANİYE
Li Goçmenlera gundê Taprakkaleya navçeya Osmaniyeyê gundiyan kûçikek nexweş ê ku kaztîn pê ketibû dîtin û li ser vê haya şaredariyên navçe û bajêr û Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Bajêr pê xistin.
Gundiyan got kesên ku lê geriyan bi mijarê ra eleqedar nebûn, beytarê ku hat jî ji wan ra got ku ew ê şeveqê bi kuçik ra eleqedar bibe.
Bûyer li ser medyaya cavakî parve kirin
Gundî ji ber serê kuçikê kaztîn pê ketibû veneqetiyan, rewş li ser medyaya civakî weşandin û hewl dan ku haya rayedaran pê bixin.
Haya qaymeqamtiyê bi bûyerê ket û li ser vê bi wesayîta Şaraderiya Toprakkaleyê kûçik birin sitargeha heywanan a Şaredariya Osmaniyeyê û li wê derê derman kirin.