19 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
OSMANIYE
Li taxa Gebeliya li perê bajarê Osmaniyê terorîstan ji devera daristanê teqemenî avêtin û di encamê da 3 kes birîndar bûn.
Waliyê Osmaniyê Kerem Al di daxuyaniya xwe ya ku da nûçegihanê da AAyê da destnîşan kir ku ji nava daristanê bi ser taxê da teqemenî avêtin.
Al diyar kir ku di êrîşê da yek jê sivik 3 kes birîndar bûn.
Piştî êrîşê ekîbên ewlekariyê û tenduristiyê sewqî taxê kirin.
Herwiha birîndar rakirin nexweşxaneyê.