Önder Beyter
28 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
ANKARA
Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da Efrîn ji terorîstan paqij kir, biryar hat dayîn ku ji Hatayê deriyekî sînor ê nû ji bo Efrînê were vekirin da ku alîkariyên mirovî bi hêsanî derbas bibin. Tê plankirin ku ev deriyê nû yê gumrikê li nêzîkî gundê Hemamê yê Kumluya navçeya Hatayê were vekirin.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê wergirt, di civîna li Serokwezîriyê ku mijara hêsankirina şandina alîkariyên mirovî bo Efrînê jî hat nirxandin da biryar hat wergirtin da ku ji Hatayê deriyekî nû yê sînor were vekirin. Piştî ku Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî Hatay ziyaret kir, Alîkarê Misteşarê Wezaretê ligel heyetekê çû herêmê û der barê mijarê da hin hevdîtin pêk anîn.
Di encama vekolînên ligel rayedarên Wezaret û Walîtiya Hatayê da ew lihevkirin çêbû ku deriyê nû yê gumrikê li nêzîkî gundê Hemamê yê Kumluya navçeya Hatayê were vekirin.
Piştî Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê ya Efrînê, peywira kordînasyona îmar, alîkariyên mirovî û pergala avedaniya herêmê dabûn Walîtiya Hatayê.
Rayedaran destnîşan kir ku li dewrûbera gundê Hemamê ku tê plankirin deriyê nû li vir vebe, binesaziya rêbejayê guncav e. Herwiha ev rê ji ser Cindirêsê ra digihêje Efrînê. Tê pêşbînîkirin ku li cihê ku deriyê sînor wê lê were vekirin, wê şixulên înşeat û verastkirina qadê dest pê bikin.