Fatih Gazioğlu
12 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2018
HATAY
Komeleya Arîkariyê ya Hatayê (HAYAD) ji penaberên ku li konbajarên Dêr Balut û Mihemediya ku li bajarê Efrîna Sûriyeyê dimînin re ava vexwarinê dişîne.
Serokê HAYADê Rahmî Vardi daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wan di 4 mehan de qasî milyonek lître av li penaberan belav kir. Vardi got ku wan bi tankeran av şandiye herêmê û wiha axivî:

"Me wek komele ji meha Remezanê vir va milyonek lître av şand konbajaran. Birayên me yên ku ji Xûtaya Rojhilatê hatibûn jî li vê derê dimînin. AFADê beriya me bi sondajê 2 bîr vekiribûn lê ava ji wir tê derxistin nayê vexwarin. Ev av bi tenê seba paqijiyê tê bikaranîn. Ji ber vê bona vexwarinê em her roj 10 hezar lître ava paqij dişînin herêmê."
Vardi got ku xebatên ji bona şandine avê wê dewam bikin û piştî demeke kin ew ê rojekê 36 hezar lître av bişînin herêmê.