Haydar Şahin
22 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
İSTANBUL
Ji bo derdestkirina 36 kesên ku bi îdiaya bikaranîna ByLockê û endamtiya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) der heqê wan da biryara binçavkirinê hatibû dayîn li 6 bajaran operasyona hemdem dan destpêkirin. Navenda operasyonê jî Stenbol e.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser FETOyê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê rêva dibe da, der heqê 36 kesên hat tesbîtkirin ByLocka bernameya rêxistinê ya bişîfre bi kar anîne da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ji bo derdestkirina van 36 şikbaran li Stenbol, Enqere, Îzmir, Balikesîr, Qeyserî û Osmaniyeyê operasyona hemdem dan destpêkirin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê da gelek şikbar hatin binçavkirin û lêgerîna li navnîşanên şikbaran hê dewam dike.