18 Tebax 2016•Rojanekirin: 19 Tebax 2016
MADRÎD
Hikûmeta Îspanyayê êrîşên terorê yên bombeyî ku li Wan û Elazigê qewimîbûn şermezar kir.
Li gor daxuyaniya Wezereta Karên Derve ya Îspanyayê wiha hat gotin: "Îspanya êrîşên terorê yên ku duh û îro li Wan û Elazizê li qerekolên polêsan qewimîn bi tundî şermezar dike. Hikûmetê Îspanyayê ji kesên ku van êrîşan de mirin ra sersaxiyê dixwaze û ew hêvîdarin ku kesên birîndar jî zu sihetê bibînîn û sax bin."