20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan:
"Heta ku hûn dikarin teroriyê bikin, heta ku hûn dikarin bi bêbextan ra werin bal hev, hûnê nikaribin vî gelê hanê ji hev biqetînin, vî miletê hanê perçe bikin."
"Ji paşva lêxistin karê namerdan e. Yê duh êvarê demildest berdêlê da lê têkîliyên wî yek bi yek tên lêkolînkirin û emê wan derxin meydanê. Ji xwe derdikeve jî."
"Hemd ji Xwedê ra em mensûbê welat û bajarekî nadîde ne ku herdu parzemîn gihand hevdu. Ev bajar bi rastî jî bajarekî wisa ye ku mirov dikare gelek tiştî fedayî wê bike. Ji ber hindê em dildarê vî bajarî ne. (Tunela Avrasyayê) Me bingeha wê li peravê Asyayê avêtibû, hemd ji Xwedayê min ra em vekirina wê li peravê Ewropayê dikin. Ev çi bextewariyeke xweş e."
"(Kuştina Balyozê Rûsyayê Karlov) Tevkariyên me yên di mijara Sûriyeyê û mijarên din da yên ku zêde dibin ew ê zirarê nebînin û di vê mijarê da em û Birêz Putîn di heman nêrînê da ne. Em ê tu carî destûrê nedin ku têkiliyên me yên bi Rûsyayê ra zirarê bibînin û xirab bibin."
"(Kuştina Karlovê Balyozê Ûris) Hêzên me yên ewlehiyê û daraza me wê ji her aliyî va li ser bûyerê bisekinin, lêkolîn bikin û rastiya wê derxin meydanê. Me bi Rûsyayê ra komîsyoneke lêpirsînê ya hevpar ava kir û niha dest bi xebatê kir, heyetên me dixebitin."
"Me destûr neda ku terorê me bike hêsîrê rojeve xwe û em ê nedin jî. Ji ber vê jî me got em ê vekirina Tunêla Avrasyayê paşda nevjin û vekin. Em bawer dikin ku li dijî terorê ev gava herî rast û helwesta herî baş e."
"Duh li Enqereyê Balyozê Enqereyê yê Federasyona Rûsyayê Andrey Karlov bi êrîşeke nemerdî hat kuştin û ez ji bo vê ber xwe ketim. Em ê tu carî destûrê nedin ku têkiliyên me û Rûsyayê xerab bibin."
"Wisa zen dikin ku bi rêxistinên terorê û çalakiyên terorê va çok li vî milletî û welatî bidin vedan. Berevajiyê vê; ev êrîş bawerî û ezma me xurttir dike. Yên ku esrek şûnda cardin milletê tirk anîbe radeya 'An îstiqlal an mirin'ê, gelek nêz e ku xeletiya xwe fêm bikin."