20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ya ku di êrîşên terorê da zirareke mezin dîtibû tirek ar hat berhevkirin ku bişînin hewcedarên li Helebê.
Teşkîlatên Memur-Sen, Egîtîm Bîr-Sen û Komelaya Xwenasiyê ji bo Helebê kampanyaya allîkariyê dan destpêkirin.
Xwedîxêrxwazên li navçeyê eleqe nîşanî kampanyayê dan û tirek ar hat berhevkirin û bi diayan va ber bi Kilîsê birê kirin.
Serokê Şaxa Yuksekovayê yê Egîtîm Bîr-Senê Mustafa Can der barê kampanyaya ku kirin da agahî da rojnamevanan û got ji bo ku alîkariyê bişînin Helebê civiyan.
Can diyar kir ku li erdên mislimanan zilm û êş heye û wiha pê da çû: "Îro di encama polîtîkayên emperyalîst da şer, pevçûn, bûyerên terorê diqewimin. Bajar wisa tên tehrîpkirin ku meriv nikare lê bijî, bi milyonan însan dimrin, bi milyonan însan jî seqet dimînin, bi milyonan însan jî dibin penaber. Hinekên wan di behran da dixeniqin hinek jî ji pişt dirikan ra merhemtê dixwazin."
Can diyar kir ku li ser banga kampanyaya Memur-Senê dest bi vê kampanyayê kirin û ji kesên ku keda wan tevlî kampanyayê bû ra sipas kir.