Sevim Hatun
2016 ж. 02 тамыз•Rojanekirin: 2016 ж. 03 тамыз
GAZÎANTEP
Li Gazîentab, Şanliurfa, Adiyaman û Kilîsa bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê wê hewa germ be. Tê texmînkirin ku wê li van bajaran bi roj pileya hewayê derbikeve ser 43yan.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên meteorolojiyê hilda, wê vê hefta Gazîentab zehf germ be. Wê seranserê heftê li herêmê bi şev hewa 25 pile be, herwiha wê bi roj jî derdora 41 pileyê be.
Li Kilîsê germahiya hewayê herî kêm ewê 22 pile be, 4ê tebaxê roja pênşemê jî wê derdaro 38-39 pileyan be.
Li Şanliurfaya yek ji bajarên herî germ ê rojhilatê jî wê germahiya hewayê heta 43 pileyan derbikeve û welatiyên herêmê wê ji ber germê zehf aciz bibin. Li bajêr bi şev wê germahî derdora 28 pileyan be.
Li Adiyamanê jî wê hewa germ be. Termometre wê germahiya hewayê 43 pile nîşan bidin.
Rayedarên meteorolojiyê hişyarî dan welatiyan da ku baldar bin û tedbîrên xwe bistînin.