Önder Beyter
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
ŞANLIURFA
Li gorî rîwayetan li Bajarê Antîk Sogmatar yê li Şanliurfaya ku yek ji kevintirîn wargehên mirovahiyê ye, hezretî Mûsa jiyana xwe domandiye û herwiha ev ciyê kevnare bi berhem û binkeyên dîrokî va bala ziyaretvanan dikişîne.
Bajarê antîk li taxa Yagmurluya li ser navçeya Eyûbiyeyê ye û herwiha wisa tê qebûlkirin ku hezretî Mûsayê ku ji Firewn revî, hatiye û li vir jiyana xwe ya mayîn derbas kiriye.
Wer tê bawerkirin ku bîra li orta gund bi gopalê mûcîzewî yê hezretî Mûsa vebûye û dîsa Şûeyb Pêxember li vir hatiye cem hezretî Mûsa.
Bajarê antîk ku gelekî mezin e û lê gorên ji latên mezin hene, bala mirovan dikişîne. Dîsa li vir gelek şikeft, ziving, berhemên dîrokî û cih cihan jî berateyên sûra kevnare hene.
Li herêmê bi îzna Midûriyeta Giştî ya Heyînên Çandî û Muzeyan va û di bin serokatiya Midûriyeta Muzeyan a Şanliurfayê da kolana arkeolojîk dan destpêkirin ku Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiya Zanîngeha Heranê Alk. Doç. Dr. Yusuf Albayrak jî şêwirmendiya zanistî ya vê kolanê kir. Armanc ji kolan û lêkolînên arkeolojîk ew e ku dever bibe yek ji cihên tûrîzmê.
Alk. Doç. Dr. Yusuf Albayrak di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ev qederek e ew ligel arkeolog û xwendekaran li Sogmatarê xebatên kolanê dimeşînin.
Albayrak bal kişand ku wan li vir gelek gor tespît kirin ku dîroka wan diçe Serdema Tûncê û wiha dewam kir:
"Di wê dewrê da mirov diketin hundirê goran, mirî ziyaret dikirin û herwiha diyarî ji bo wan datanîn û paşê jî devê wê digirtin û derdiketin. Dema romayî hatine vir, kevir û kêlikên goran ên ku ji destê mirovan ra derbas bûne, dîtine û li gorî mîmariya xwe ew jinûva verast kirine û cardin bi xwe emilandinne. Heta em wer difikirin, xiristiyanên ku ji qetlîama Romayê revîne û hatine vir, li vir ji xwe ra di binê erdê da bajarek ava kirine. Ji ber ku me li Sogmatarê 8 tunel tespît kirin. Di warê nekropolê da em 5 hezar sal para çûn."