Haydar Şahin
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
ŞIRNAK
Tetbîqata ku di 18ê îlonê da li nêzîkî Deriyê Sînor ê Xabûrê ya li Silopiya navçeya Şirnexê dabûn destpêkirin dewam dike.
Tetbîqata ku di fermandariya Tuxgeneral Ahmet Kurumahût da 3 kîlometreyî dûrî Deriyê Sînor ê Xabûrê yê aliyê Iraqê tê meşandin bi beşdariya yekîneyên Hêzên Çekdar ên Iraqê va dewam dike.
Di tetbîqatê da perwerdeya teknîkên ajotina wesayîtên bizirx dan leşkeran.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hatibû diyarkirin ku tetbîqata ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di 18ê îlonê da dabûn destpêkirin di 26ê îlonê da derbasî asta 3yan bû, di vê astê da ew ê perwerdeyê bi leşkerên Iraqê yên ku hatin herêmê ra bidomînin.