Abdullah Tel
16 Tebax 2018•Rojanekirin: 20 Tebax 2018
BATMAN
Li Sasona navçeya Batmanê Mele Çetin Karakayayê ku 5 sal berê ji bo gundê Yolustuyê hatibû tayînkirin ji aliyekî va li pêşiya cimaetê nimêj dike û ji aliyekî va jî ji bo avakirina gund hewl dide.
Çawa ku li gund bi cih bû ewilî kêmasî tespît kirin û dît ku mizgefta gund li ber hilweşînê ye, cihê şînê, mala mele, qadên civakî yên ji bo malbat û civanan tunene.
Karakaya di heman demê da dikare wesayîtên mezin jî biajo û ji bo çareserkirina kêmasiyên gund bi rayedarên fîrmaya mutehîtiyê ya ku dibistana gund çêdikir ra hevdîtin kir.
- Di înşeata dibistanê da xebitî
Bi şertê ku wê makîneya kar a fîrmayê bi kar bîne di înşeata dibistanê da xebitî û bi piştevaniya Qaymeqamtî û welatiyan di şûna mizgefta berê da yeka nû, cihê şînê, mala mele ava kir û 420 kamyon moloza ji wan deveran derket jî rijand qeraxê Çemê Sasonê û seyrangeheke ji 7 hezar mêtreqeyî pêk tê çêkir.
Li gund niha çêkirina cihê meşê, meydana voleybol, basketbol û meydana fitbolê ya bi xalîçe jî dewam dike. Mele Karakaya li gund bi ciwanan ra dertê meydanên sporê, ji bo nexweşan ziyaretvanê sereke ye, hevalê sohbetê yê kal û pîran e û ji bo hewcedaran jî dostekî hêja ye. Gundî ji ber tevger, hewl û xebatên wî jê gelekî razî ne û wî pîroz dikin.
- Ji bo avakirina gund jî xebitî
Karakaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî cara ewil li Mûşê dest bi wezîfeya meletiyê kir û di sala 2013an da ji bo gundê Yolustu ya li ser Sasonê hat tayînkirin û wiha pê da çû: "Dema ez hatim vê derê mizgeft, cihê şînê di halekî ne hal da bûn û mirov nikaribû di lojnamê da bijî. Ji bo çareserkirina kêmasiyan min milên xwe hildan û bi îzna Xwedê û alîkariya gundiyan û derfetên dewletê va mizgeftê anî asta ku bi rihetî tê da îbadet bê kirin. Piştî ku me mizgeft çêkir ji bo kesên tên bêhna xwe bidin û bikaribin rûnên jî cih çêkir û ji bo zarokan jî cihê lîstikê ava kir."
Mele Karakaya destnîşan kir ku wan ji bo gund cihê şînê ava kir û gundî niha der dora mizgeftê jî mîna qadeke behndayînê bi kar tînin.
- Ji bo ciwanan qadên sporê
Di kar û xebatên xwe da Karakaya rûmetê daye ciwanan jî û bi piştevaniya Qaymeqamtiyê hemû molozên ji mizgeftê derxistiye rijandiye keviya Çemê Sasonê û li wir ji bo ciwanan û malbatan cihê spor û seyranê ava kiriye.
- Gundî ji mele razî ne
Ji şêniyên gund Abdulmecîd Aykaç got ku bi tayînkirina Mele Karakaya reng û rûçikê gundê wan guherî û wiha pê da çû: "Xwedê ji meleyê me razî be. Berê der dora mizgeftê tijî kevir bûn û mirov nikaribû bikeve mizgeftê. Meleyê me hat pêşîkêşî kir me jî tevlî Qaymeqamtî û gundiyan dest da hev û em ji bo gundê xwe xebitîn."
Ji ciwanan Bayram Avunç jî destnîşan kir ku demên berê ji bo seyranê diçûn navçeyê lê êdî hewcedarî bi tiştekî wisa nema û her tiştê wan li gundê wan heye.