Tirkiye

Pêlîstok li zarokên Sûriyeyê yên li Hatayê hatin belavkirin

Aîrwaysa Rêheweya Qeterê bi hevkariya Saziya Xêran ya Welêt li Hatayê pêlîstok diyarî 800 êtîmên Sûriyeyî kirin.

Fatih Gazioğlu  | 16.08.2018 - Rojanekırın : 17.08.2018
Pêlîstok li zarokên Sûriyeyê yên li Hatayê hatin belavkirin

Hatay

HATAY 

Aîrwaysa Rêheweya Qeterê bi hevkariya Saziya Xêran ya Wêlet li Reyhanliya navçeya Hatayê gelek pêlîstok diyarî 800 êtîmên Sûriyeyê kirin.

Aîrwaysa Rêheweya Qeterê der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku saziya wan li navçeya Reyhanliyê êtîmên Sûriyeyî yên ku li Navenda Jiyanê ya Zarokan dimînin pêlîstok belav kirine û eyda wan pîroz kirine.

Arîkarê Berpirsyarê Ragihandin û Bazargeriya Aîrwaysê yê Biqidem yê Rêheweya Qeterê Salam Al Shawa got ku wan xwest kêfa zarokan bînin û bi wan re wextekî xweş derbas bikin.

Shawa got ku ew girîngiyeke mezin didine van projeyên civakî yên berpirsyariyê û wiha axivî:

"Em li hemû dinyayê ji bona pêşveçûn û mezinbûna zarokan arîkariyê didin projeyên wiha. Em ji vê bawer dikin. Divê em arîkara hemû zarokan bikin. Em bi vê arîkariya ku me da êtîmên Sûriyeyê gelekî kêfxweş bûn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın