Önder Beyter
14 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê, li gorî xetên fîgurên heywanên ku li ser kevirên li ser piyan in û ji kolana Girê Mirazan ku di Lîsteya Mîrata Cihanê ya UNESCOyê da ye, derketin dê 30 cil bên sêwirandin û dê di defîleyê da bên nîşandan.
Birêvebirê Projeya Çandê ya Bajarê Şaristaniyê û çêkerê fîrmaya Medyadoktoruyê Savaş Ugurlu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew ê ligel Wezareta Çand û Turîzmê, Walîtiya Rihayê û Şaredariya Bajarê Mezin di 17ê Nîsana 2019an da organîzasyoneke mezin li dar bixin.
Ugurlu bal kişand ku ew dixwazin di danasîna Girê Mirazan a ji bo dinyayê da keda wan jî çêbe. Ugurlu destnîşan kir ku wan, defîleyeke mezin amade kiriye ku îlhama xwe ji fîgurên heywanan ên li ser kevirên li ser piyan digire.
Ugurlu got ku sêwirîner Aydin Yilmaz fîgurên 30 heywanên cuda emilandin û kinc sêwirandin û wiha dewam kir, "Di vê defîleyê da 30 manken dê cih bigirin. Herwiha em gelekî kelecanî ne ku em ê Girê û Mirazan û modeyê bînin cem hev."
Herwisa Ugurlu got ku ev 9 meh in, amadekariyên defîleyê bênavber didomin û wiha axivî, "Em çaverê dikin ku ji xeynî çapemeniya xumalî, nûnerên dezgehên çapemeniya navneteweyî jî beşdarî organîzasyonê bibin."