03 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2016
MARDÎN
Qaymeqam Halît Benekê ku bi erka Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da (BHQ) bona Şaredariya Mazîdaxa navçeya Mêrdînê hat peywirdarkirin got, "Ya giring ew e ku meriv di demên dijwar da peywirên dijwar bicih bîne. Di vê serdemê da emê hewl bidin ku xizmeteke baş ji Mazîdaxê ra bikin."
Benek di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku berpirsiyariya wan giran e û karê li ser milên wan karekî dijwar e. Benek herwisa spasiya kesên ku ew layîqî vê wezîfeyê dîtin, kir û got ku ewê bi xizmeteke baş va teweccuha xelkê qazanc bikin.
Benek da bibîrxistin ku ewê li navçeyê hem wekî qaymeqam û hem jî wekî şaredar bixebite û destnîşan kir ku di heman demê da bicihanîna herdu wezîfeyan dê bona wî ne asan be.
Benek herwiha bal kişand ji bo ku bi awayekî herî baş van peywiran bîne cih, ewê pir bixebitin û wiha xeberda, "De heman demê da bicihanîna herdu wezîfeyan, helbet dê asan nebe, lêbelê ya girîng ew e ku meriv di demên dijwar da peywirên dijwar bicih bîne. Di vê serdemê da emê hewl bidin ku xizmeteke baş ji Mazîdaxê ra bikin. Ez hêvîdar im ku bi xebata ku emê bikin va şaredarî û xelkê bajêr dê bigehîje heqê xwe."
- "Di paqijiyê da em gelekî pêş ketin"
Benek diyar kir ku pêşaniya wan, paqijbûna qada jiyana mirovan e û herwiha di vê çarçoveyê da kolan hatin paqijkirin û şûştin.
Benek axaftina xwe wiha domand, "Hin deynên şaredariyê hene. Emê di kurtedemekê da van deynan bidin û hewl bidin ku pêşiya xwe bibînin. Heya niha bi taybetî jî di warê paqijiyê da em baş pêş ketin, kolan êdî paqij in, sazkirin û duristkirin peyzajê didome û bi vî awayî navçeyê bigehîje xizmeta standart."