03 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2016
HAKKARÎ
Di êrîşa terorê ya li Şemdînliya navçeya Hekariyê da 2 leşker şehîd bûn, leşkerek jî birîndar bû.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, di kêliya ku wesayîta leşkerî ji nêzî gundê Geçkana li devera Gera Doskî dibihurî da teqemeniya ku terorîstên PKKyî çal kiribûn hat teqandin.
Di êrîşê da 2 leşker şehîd bûn, leşkerek jî birîndar bû. Leşkerê birîdar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.
Li herêmê tevî hêza asîmanî li dijî terorîstan operasyon dan destpêkirin.