Nihat Kavşut
08 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Me dibistana şaredariyê ava kir. Ev karê me ye. CHP ji karên wiha fehm nake."
"Em ciyê Balafirgeha Ataturk lê ye vedigerînin baxçeyê milet. Ciyên sergitî jî em ê têxin navenda fuarê û pîsteke li wê derê jî ji bo daketin û rabûnê bi kar bînin."
"Di serî da Stenbol ez bawer dikim li her derê welêt wê di hilbijartinên 31ê Adara 2019an da xelkê me cardin rayê bide siyaseta xizmetê ya AK Partiyê."
"Hûn dizanin li Stenbolê em wek Îtifaqa Cumhur dikevin hilbijartinê. Tevî Îtifaqa Cumhur emê her derê Stenbolê ji zilma CHPyê xilas bikin."
"Hemû têkoşîna em ji bona xizmeta gelê xwe didin, tengasiya em dibînin û êrîşên li me tên kirin ji bona me belgeya beratê ye."
"Kemal Efendî çû Almanyayê. Xanima li kêleka wî çi kes bû? Jinika ku li Parlamentoya Almanyayê bi paçên YPGyê derket û xwe nîşan da li kêleka te çi digre? Ev endamên PKKyê yên li Almanyayê ne. Çi karê te bi wan ra heye? Hûn li ser çi axivîn? Ka ji me ra bibêje."
"Em ê nehêlin ku alaya me daxînin, azanên me bidin sekinandin û minareyên me bêazan bimînin."
"Hûn bûyerên li Ewropayê diqewimin dibînin ne wisa? Ev kes di 15ê Tîrmehê da li hember tiştên ku hatin serê me bêdeng man."
"Kesên tinazên xwe polêsên me dikirin û digotin zilmê dikin binihêrin polêsên wan çi dikin. Însafa polêsên me heye."
"Yên ku li hember kesên dixwestin agir berdin kuçe û kolanên welatê me û xwînê birêjin niha hûn dibînin di çi halî da ne? Di serî da Parîs niha kuçe û kolanên gelek dewletên Ewropayê tevlihev bûne."
"Em dîmenên li kuçeyên Ewropayê bifikar dişopînin. Em naxwazin li kuçeyên Parîsê nivîsên 'Zilmê di 1789an da dest pê kir' bibînin."
Erdogan ji bona daxwaza ku divê di nav Artêşa Tirkiyeyê da serbestiya sergirtinê bê betalkirin wiha got: "Ev ji Tirkiyeya berê mane. Xwedêkirî daîreya eleqedar ya Dadgeha Bilind rê li ber vê helwdanê girt."
"Em him dîmenên tevliheviyê yên çalakvanan û him jî tundiya dijî wan qebûl nakin."