22 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2016
BURSA
"Heger cezayê îdamê li parlementoyê were rojevê û ji Lijneya Giştî derbas bibe, wek Serokomar ez ê qebûl bikim. Min vê berê eşkere kir. Hin kesên ji Rojavayê dibêjin 'Hûn çima qala vê dikin', lê wê çi bibe? Em ê ji we destûrê bixwazin? Wê xwîna bi hezaran şehîtên me li erdê bimîne? Niha li gelek ciyên dinyayê cezayê îdamê heye. Loma jî em ê xwîna şehîtên xwe li erdê nehêlin.
Serokomar Erdogan der barê Operasyona Mertalê Feratê da wiha got: "Niha jî El Bab e, lê dibêjin 'danekevin wir.' Mecbûr em ê dakevin. Çima? Divê em li wir herêmeke ku ji terorê hatiye paqijkirin ava bikin. Heger hêzên koalîsyonê amade bin ku bi hev ra tevbigerin, em ê li Reqayê jî li dijî DEAŞê çi hewce dike, bikin. Lê bi PYD û YPGyê ra na. Em, hêzên koalîsyonê û Amerîka. Em ê rêxistinên terorê hilnedin cem xwe."
"(Têkoşîna dijî FETOyê) Ji demokrasî, hiqûq û edaletê tu carî dev bernedin û bi hesasiyeta serafekî em xebatên xwe didomînin. Lê belê ev rêxistina terorê ya xayîn dixwaze vê hesasiyeta me jî îstismar bike... Çi dibêjin, hin serîlêdan hene ku dibêjin 'mexdûriyeta me bira bê çareserkirin'. Tu çi dibêjî yaw? Mexdûriyeta çi? Kê mexdûriyeta malbata 241 şehdên min çareser bike? Kê mexdûriyeta malbata 2 hezar û 194 xaziyên min çareser bike? Însan hinekî heya dike yaw. Bi kîjan rûyî hûn vê dibêjin. Heke gunehê xwe bi yekî bînin û bibin merivên guneh. Em ji hevalên xwe rê vê dibêjin; li gor hiqûqê bi awayekî edîl biryara xwe bidin."