2016 ж. 13 желтоқсан•Rojanekirin: 2016 ж. 13 желтоқсан
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsînên ku li Diyarbekir û Batmanê tên kirin de Cîgirseroka Koma HDPê Çaglar Demîral û Parlementera Sêrtê Besîme Koncaya ku der heqê wan de biryara binçavkirinê hene li Enqereyê hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xistin di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekir û Batmanê dikin Cîgirseroka Koma Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û Parlementera Diyarbekirê Çaglar Demîrel û Parlementera Sêrtê Besîme Koncaya ku der heqê wan de biryara girtinê hene piştî ku ji TBMMê derketin ji aliyê ekîbên Midûriya Şûbeya Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê ve hatin binçavkirin.
Piştî ku kontrola tenduristiya Konca û Demîrelê hat kirin ew birin ewlehiyê.