13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê balafira eskerî ya ku ji bo perwerdeyê bi firê ket ket, di qezayê de tu kes nemir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin balafira eskerî ya cureyê F-16 a ku ji Fermandariya Baregeha Jetan a Sereke ya 8emîn a Diyarbekirê ji bo perwerdeyê bi firê ket fira xwe temam kir.
Balafir di dema vegerê de ji ber sedemeke hêj nediyar nêzî gundê Çarikliyê ya girêdayî Sûra navçeya navend ket.
Pîlot di qezayê de sax filitî.
Ji bo tevdîrê pîlot rakirin nexweşxaneyê.
Di lêkolîna ewil de tê nirxandin ku balafir ji ber erizayeke teknîk ketiye.