Nihat Kavşut
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2018
KONYA/KAYSERİ
Li Kayseriyê dijî şaxa eskerî û malên hucrik ên FETOyê operasyon
Kayserî navend li 7 bajaran li dijî 39 bersûcên FETO/PDYê ku xwe di malên hucrik ên rêxistinê da veşartine û 29 kes jê ji şaxa "eskerî ya mehrem" in, operasyon dan destpêkirin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Qaçaxcîtî û Sûcên Organîze ya Midûriya Emniyeta Bajêr di çarçoveya xebatên deşîfrekirina şaxa mehrem a eskerî ya FETO/PDYê da hat tesbîtkirin ku ji kargehên wek beqal û bufeyan bi têlefonên bikontor li hin eskeran geriyan e.
Li ser qenaeta ku "melayên mehrem" ên berpirsê eskerên rêxistinê ne û bi mexseda rêxistinî bi van têlefonan li eskeran geriyan e, der heqê 12 eskerên ku berê ji wezîfeyê hatin îxrackirin û 17 eskerên wezîfedar da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Kayserî wek navend li Enqere, Edene, Eskîşehir, Îzmir, Mugla û Mêrdînê di heman demê da operasyon hat kirin û 8 kes hatin binçavkirin.
Ji bo girtina bersûcên din xebat didomin.
- Operasyona malên hucrik
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê jî ji bo bersûcên ku ji ber sûcdariya endamtiya FETOyê biryara wan a girtinê heye, xebat dan destpêkirin.
Li Kayseriyê 18, li Enqere, Konya, Adiyeman, Manîsa, Sîvas, Îzmir, Ordu, Amasya, Mêrdîn, Çankiri, Kirşehîr û Aksarayê 21, bi tevahî 39 bersûcên ku biryara binçavkirina wan hatibû dayîn, lê firar in, operasyon dan destpêkirin.
32 kesên ku di malên hucrik ên jê ra dibêjin "gaybûbet" da 32 kes bi operasyonê hatin girtin. Ji bo girtina bersûcên din xebat didomin.
Hat tesbîtkirin ku ji 39 bersûcan 18 kes jin û mêrên hev in.
Navend Konya li 24 bajarî di lêpirsîna dijî FETO/PDYê da ji bona 34 eskerên li ser kar biryara qefaltinê hat dayîn.
Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Konyayê ya dijî FETO/PDYê dewam dike.
Di çarçoveya lêpirsînê da navend Konya li 24 bajarî di lêpirsîna dijî endamên FETO/PDYê yên di nav Artêşa Tirkiyeyê da ji bona 34 eskerên li ser kar biryara qefaltinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê li ser telîmatê navend Konya li 24 bajarî derketin operasyonê.