Haydar Şahin
26 Gulan 2018•Rojanekirin: 27 Gulan 2018
BURSA
Di navbera Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bursayê û Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bazîdê da protokola biratiyê hat îmzekirin.
Di daxuyaniya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bursayê da hat diyarkirin ku di merasima protokola ku li Qesra Îshaq Paşa hat lidarxistin da Îbrahîm Burkayê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bursayê û Alî Ugurê Serokê Meclisê bi Alî Efeyê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bazîdê ra protokol îmze kirin.
Burkay li vê derê daxuyanî da û diyar kir ku bi bernameya di destê Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê hat lidarxistin va di navbera însanên herdu bajaran da pireya biratiyê hat qewînkirin.
Burkay got protokol bi xêr be û wiha pê da çû:
"Em ê her tim li cem xuşk û birayên xwe yên ji Agirî, Îdir û Bazîdê bin. Em ê tecrûbeyên xwe bi karsazên herêmê ra pare vekin. Em ê hemû piştgiriyan bidin gelê herêmê. Me protokol li vî mekanê dîrokî îmze kir ev zehf girîng e."