Di navbera Ajansa Anadoluyê û Yeşîlayê da protokola hevkariyê hat îmzekirin

Istanbul
Di navbera Ajansa Anadoluyê (AA) û Yeşîlayê da di warê parastin, rêgirî û rehabîlîtasyona ji mubtelabûnê da, protokola hevkariyê hat îmzekirin.
Li Navenda Giştî ya Yeşîlayê ya li Hola Sultan Îbrahîm a li Qesra Sepetçîlerê merasimek hat lidarxistin û di merasimê da Serokê Lijneya Rêveberî û Rêveberê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz û Serokê Giştî yê Yeşîlayê Doç. Dr. Mehmet Dinç ptotokol îmze kirin.
Karagoz di axaftina xwe ya piştî merasima îmzeyê da anî ziman ku Ajansa Anadoluyê û Yeşîlayê îmze avêtine binê protokolekê giring.
Karagoz destnîşan kir ku herdu saziyan bi heman armancê bi hemahengî û nêzîkatiyeke stratêjîk, dest bi têkoşaneke hevpar kirine û got, "Bi taybet li hemî cîhanê û welatê me di mijara têkoşana dijî mubtelabûnê da bêyî stratêjiya ragihandina medyayê mirov nagihêje xalekê. Em weke Ajansa Anadoluyê teahuda wê yekê didin ku emê di çarçoveya stratêjiya ragihandinê da piştevaniya têkoşana Yeşîlayê bikin û di vê mijarê da mil bi mil têkoşanê bidin."
Piştî axaftinan Dinç pirtûka YEDAMê ku çîrokên şêwirmendên wan tê da cih digirin pêşkêşî Karagoz kir.
Karagoz jî pirtûka AAyê ya bi navê "Delîl" (Kanit) a ku dîmenên sûcên Îsraîlê yên dijî Xezeyê tê da cih digirin pêşkêşî Dinç kir.
Di merasimê da Alîkarê Rêveberê Giştî yê Karûbarên Îdarî û Darayî yê AAyê Oguz Enîs Peru, Kordînatorê Weşan û Produksiyonan ê AAyê Oguz Karakaş, Kordînatorê Akademî û Weşanê yê AAyê Yahya Bostan, Dîrektorê Nûçeyên Tirkiyeyê yê AAyê Hasan Ay û rêveberên herêmên li Tirkiyeyê yên AAyê digel Endamên Lijneya Rêveberiya Yeşîlayê Mustafa Çagri Soyer, A. Sena Sezgîn, Huseyin Hayrî Nuroglu û Hasan Siret Albayrak jî amade bûn.
Merasim piştî kişandina fotografê malbatî, bi dawî bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.