Aborî

SGK: Ji bo dayîna pereyên promosyonê ya ji bo kesên teqawîdbûyî bi 19 bankayan ra peyman hat îmzekirin

Zafer Fatih Beyaz  | 29.03.2024 - Rojanekırın : 31.03.2024
SGK: Ji bo dayîna pereyên promosyonê ya ji bo kesên teqawîdbûyî bi 19 bankayan ra peyman hat îmzekirin

Ankara

 Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) ragihand ku ji bo dayîna pereyên promosyonê ya ji bo kesên teqawîdbûyî ya di navbera 8 hezar û 12 hezar lîreyî da bankayên taybet jî di nav da bi 19 bankayan ra protokol hat îmzekirin.

Di daxuyaniya ku li ser malpera SGKyê da hat bibîrxistin ku mehaneya kesên teqawîdbûyî bi rêya bankayan tên dayîn.

Hat gotin mehaneya welatiyên teqawîd bûne qasî du qat zêde bû ku ev rêje di navbera 8 hezar û 12 hezar lîreyî da hatiye diyarkirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ji bo kesên ku mehaneya mirinê distînin jî wê 5 hezar lîre promosyon bê dayîn .

Hat destnîşankirin ku ji bo ku promosyon ji aliyê bankayan va bê dayin divê kesên teqawîd bûne û yên xwedî maf serî li bankayan bidin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ev miqdarên diyarkirî di asta herî kêm da ne û dibe ku banka li gorî xwe mîqdarên promosyonê zêde jî bikin.

Bankayên ku bi wan ra peyman hatine îmzekirin ev in;" Akbank, Albaraka, Denîzbank, Fîbabanka, ING Bank, Kuveyt Turk, Odea, QNB Finansbank, Şekerbank, Ziraatbank, Turkish Bank, Turk Ekonomî, Turkiye Fînans, Garantî, Halkbank, VakifBank, Yapi û Kredî, Îş, Turkiye Vakiflar, Ziraat Katilim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın