Halil İbrahim Sincar,Şahin Seçen,Selahattin Erol
15 Sibat 2022•Rojanekirin: 16 Sibat 2022
Li Mêrdînê 4 dêr û 5 manastirên ji serdema "Antîka Dereng" û serdema "Çaxa Navîn" ên ku par li Lîsteya Berwext a Kelepora Cihanê ya UNESCOyê hatin zêdekirin, ji bo ku têkevin lîsteya mayînde protokol hat îmzekirin.
Dêra Mor Sobo, Dêra Dayika Meryem (Yoldath Aloho), Manastira Dêrulzeferanê, Manastira Mor Gabriel, Manastira Mor Abaî, Manastira Mor Loozor, Manastira Mor Yaqûb, Dêra Mor Quryaqos û Dêra Mor Azozo ku 30ê Nîsana 2021ê li Lîsteya Berwext a Kelepora Cihanê hatibûn zêdekirin, ji bo ku têkevin lîsteya mayînde jî dosyeya namzediyê hat amadekirin.
Di merasima îmzekirina protokola hevkariyê ya Şaredariya Midyadê û Midûriyeta Giştî ya Heyînên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Turîzmê ya li salona konferansê ya Dibistana Seretayî ya Îradeya Milî da Waliyê Mêrdînê Mahmut Demirtaş axivî û spasiya wan kesan kir ku di vê xebata ku ew pê serbilind in da keda wan çêbû.
Piştî axaftinan Şaredarê Midyadê Veysi Şahin û Midûrê Giştî yê Heyînên Çandî û Muzeyan Gokhan Yazgi protokol îmze kir.