Sevim Hatun
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
ANKARA
Di navbera Wezareta Parastina Neteweyî û Wezareta Xurek, Çandin û Heywandariyê de wê protokol were îmzekirin da ku ji bo hêzên ewlekariyê yên di bin banê Hêzên Bejayê yên Tirkiyeyê de wezîfedar in xwarina paqij û baş, berên herêmî bên peydakirin û piştevaniya cotkaran bê kirin.
Li gor agahiya ku hat sitandin Wezîrê Parastinê Nurettin Canikli piştî jehrîketina eskerên li baregehê xebat dan destpêkirin. Xebata ku wezaretê ev demekî dirêj bû birêve dibir bi dawî bû. Di vê çarçoveyê de wê di navbera Wezareta Parastina Neteweyî û Wezareta Xurek, Çandin û Heywandariyê de wê protokol were îmzekirin.
Di navbera herdu wezaretan de wê sibê bi merasimekê protokola hevkariyê were îmzekirin.