İbrahim Atmaca
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezareta Karên Derva der heqê protestoyên li Îranê da diyar kir: "Em hêvî dikin ku wê pêşî li gurbûna bûyeran bê girtin û di geşedanan da navtêdan û midaxaleya dereke çênebe. Bi ya me divê ji tundiyê dûr bisekinin û guh nedin provokasyonan."
Ji Wezaretê daxuyaniya nivîskî hat dayîn û hat daxuyandin ku li Îranê di 28ê berfanbarê vir va xwepêşandan dewam dikin û meriv ku di bûyeran da mirin û her wiha avahiyên qamûyê zirar dîtin, ev xeber sedema fikarê ne.
Tirkiye dixwaze ku hizûra civakî û îstiqrara Îranê were parastin û wiha hat gotin:
"Serokomar Hesen Ruhanî diyar kir ku mafê gel heye ku xwepêşandana aştiyane bike, lê divê qanûn neyên binpêkirin û zirar negihêje mal û milkê qamûyê. Li gor me jî divê wiha be û divê meriv ji şidetê dûr bisekine û nekeve defika provokasyonan."
Em hêvî dikin ku li welêt demildest sikûnet çêbe, aqlê selîm bi ser keve, pêşî li bûyeran were girtin û pêşî li gurbûna bûyeran bê girtin û di geşedanan da navtêdan û midaxaleya dereke çênebe."
Li Meşheda bajarê Îranê roja pêncşemê bêyî ku tu partiyeke siyasî bangewaziyê bike grubek civiya û ji bo ku şert û mercên aboriyê yê welêt protesto bikin, xwepêşandan dabûn destpêkirin. Xwepêşandan veguherîbûn protestoya dijayetiya rejimê û li gelek bajaran belav bûbû.