Sevim Hatun
19 Hezîran 2017•Rojanekirin: 19 Hezîran 2017
ANKARA
Di operasyonên terorê yên di navbera 12-19 hezîranê de ligel sê kesên di listeya terorê de bi tevahî 51 kes hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di hefteya dawî de li dijî rêxistina terorê ya cihêxwaz 652 operasyon hatin kirin.
Di operasyonê de 235 kes bi îdiaya alîkarî û piştevaniya rêxistina terorê kirin, 49 kes bi îdiaya têkiliya wan bi DEAŞa rêxistina terorê re heye, 930 kes di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Parelel (FETO/PDY) de hatin binçavkirin. Herwiha 8 gumanbar jî di çarçoveya operasyonên dijî rêxistina terorê ya çepgir de hatin qefaltin.
Di operasyonê de 33 ji wan kuştî, 8 jê teslîmbûyî, 10 jî sax bi tevahî 51 terorîst hatin berterefkirin. Hat diyarkirin ku ji terorîstên ku hatin kuştin yek di listeya kesk a Wezaretê de 2 jî di listeya gewr da ne.