26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 27 Mijdar 2018
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di nav vê hefteya dawîn da 18 terorîst di operasyonan da hatin berterefkirin
Li gor daxuyaniya wezaretê di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorê da di navbera 19-26ê Mijdarê da 2 hezar û 680 operasyon hatin kirin.
Wezaretê daxuyand di hefteya dawîn da 866 kes ji ber ku eleqeya wan bi rêxistinên terorê ra nehe, hatin binçavkirin.
Di operasyonan da ji ber ku alîkarî û piştevanî dane rêxistinên terorê, bi rêxistinan ra têkiliya wan heye 866 kes ji ber sûcên terorê (PKK/KCK 212, çepgir 38, DEAŞ 31, FETO/PDY 585), ji ber sûcên hişbir û qaçaxcîtiyê 3 hezar û 695, di çarçoveya têkoşîna koçberiya bêdestûr da 129 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên ewlehiya navxweyî da jê 13 sax, 5 teslîmbûyî tevahî 18 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonan da li 6 bajaran 45 şikeft û stargeh û parêzgeh hatin xerabkirin. 20 teqemeniyên destçêkirî û mayîn, 130 kîlo madeya teqemeniyê hatin îmhakirin. 7 jê giran û lûledirêj bi tevahî 16 çek û hezar û 203 muhîmatên curbecur hatin bidestxistin.
- Operasyonên hişbirê û qaçaxçîtiyê
Di 2 hezar û 657 operasyonan da hezar û 26 kîlo esrar, 149 kîlo eroîn, 0,5 kîlo kokaîn, kîloyek benîştê afyonê, kîloyek kannabînoîda sentetîk (bonazî) 8, 32 kîlo metamferamîn,197 hezar û 114 captagon, 473 hezar û 736 ecstasy, 788 sentetîkên dermanan, 348 kokên kirkirkê, 374 hezar û 186 pakêt cixareya qaçax, 15 hezar û 829 lître sotemeniya qaçax û hatin bidestxistin. Di operasyonan da 3 hezar û 695 kes hatin binçavkirin.
- Têkoşîna dijî koça bêpergal
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da jî 4 hezar û 482 koçberên bêdestûr hatin girtin, bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirin jî 129 kes hatin binçavkirin.