18 Hezîran 2018•Rojanekirin: 19 Hezîran 2018
ANKARA
Li giştiyê welêt di operasyonên ku di navbera 11-18 hezîranê de hatin kirin de jê 7 qaşo payebilind, 22 terorîst hatin berterfkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di nava hefteya çûyî da di çarçoveya Operasyonên Ewlekariya Navxweyî da ji aliyê yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyan, Tevgera Taybet a Polêsan û Komandoyên Cendirme va û herwiha ji aliyê unsûrên esmanî û bejayî yên Artêşa Tirkiyeyê va 2 hezar û 43 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da bi îdiaya alîkarî û hewandina endamên PKKya rêxistina terorê 134, bi îdiaya têkiliya bi DEAŞa rêxistina terorî ra 61, di çarçoveya têkoşîna dijî FETOya rêxistina terorê da 119, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên çepgir da jî 12 şikbar hatin binçavkirin.
Di operasyonên plankirî da jê 326 sûcên terorê, 72 ji ber koça bêpergal û jê 3 hezar û 293 jî ji ber hişbir û sûcên qaçaxçîtiyê bi tevahî 3 hezar û 691 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên ewlekariya navxweyî da jê 10 kuştî, 4 sax, 8 teslîmbûyî 22 terorîst hatin berterefkirin.
Hat tespîtkirin di nav terorîstên ku hatin berterefkirin de Ramazan Yasugeyê ku navê wî yê kod "Leheng Argeş" e, Erkan Orduyê ku navê wî yê kod "Taylan" e, Ertan Erolê navê wî yê kod "Ferhat Dêrsim" e, Velî Taşkiranê ku navê wî yê kod "Botan" e jî hene. Navê van kesan di Lîsteya Kesên Ji Ber Terorê Lê Digerîn de di kategoriya grî de heye.
Hat ragihandin ev 4 terorîst û Erkan Kaftarê ku navê wî yê kod "Rêzan Ulaş" e, Ayat Mahmutê ku navê wî yê kod "Jîr Qamişlo" ye, Fatîh Kirtayê navê wî yê kod "Dilovan Bextiyar" e kesên qaşo payebilind ên rêxistinê ne.
Li Agirî, Hekarî û Wanê di operasyonan de 5 sitargeh, şikeft û 35 teqemeniyên bi destan çêkirî û mayin hatin îmhekirin.
Hêzên ewlehiyê 467 bombeyên destan, jê 13 fuze, roket û hawan, jê 165 çekên giran û lûledirêj bi tevahî 171 çek û 240 hezar muhîmat bi dest xistin.
- Operasyonên hişbirê
Li hember kesên hişbirê difroşin û qaçaxçitiyê dikin de jî 2 hezar û 504 operasyon hatin kirin, 373 şikbar hatin binçavkirin.
Di operasyonan da tonek û 98 kîlogram esrar, 280 kîlogram eroîn, 5 kîlogram bonzaî, 3,4 kîlogram metamfetamîn, 3 hezar û 674 hebên ecstasyê, 2 milyon û 996 hezar û 17 captagon, 43 hezar û 84 eczaya sentetîk ecza, 36 hezar û 785 serî kirkirk, 292 hezar û 894 pakêt cixareyên qaçax, 10 ton û 209 lître mazota qaçax hat bidestxistin.
- Operasyonên dijî sûcên sîber
Li hember kesên ku li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinên terorê FETO/PDY, PKK/TAK û DEAŞê kirine jî operasyon hatin kirin, der barê 251 kesan de kar û barên fermî hatin destpêkirin.
- Operasyonên dijî koça bêpergal
Di operasyonên dijî koça bêpergal da jî jê 470 li behrê, 3 hezar û 231 kes hatin girtin, 72 kesên ku organizatoriya qaçaxçitiyê kirine hatin binçavkirin.