Haydar Şahin
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
ANKARA
Di meha dawîn da di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da 9 hezar û 765 operasyon birin ser sitargeh û baregehên zivistanê yên PKKya rêxistina terorê, di operasyonan da 194 sitargeh hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, operasyonên li ser sitargeh û baregehên zivistanê yên rêxistina terorê dewam dikin.
Di meheke dawîn da 9 hezar û 765 operasyon birin ser siatrgeh û baregehên zivistanê yên PKKyê.
Di operasyonan da 194 sitargeh û baregeh hatin îmhekirin, 48ê wan giran 129 sîlah, 17 hezar û 591 fîşeng, 90 mayîn, 36 bombeyên destan, 963 kîlo teqemenî hatin girtin.
- Tengasiya xurekê dikişînin
Operasyonên hêzên ewlekariyê dimeşînin PKKya rêxistina terorê anîn asta xilasbûnê. Rêxistina terorê ji ber operasyonan firsend nedît derbasî sitargeh û baregehên zivistanê bibe û tengasiya xurekê û amûrên jiyanê dikişîn.
Di operasyonên meheke dawîn hatin kirin da 3 ton ar, 1,2 ton şekir, 200 kîlo çay, 700 qram rûn, 4,7 ton beqliyat û kêmzêde 12 ton amûrên jiyanê hatin girtin û îmhekirin.