07 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ANKARA
Li seranserê Tirkiyeyê di navbera 30ê nîsanê-7ê gulanê da di operasyonên ewlekariya navxweyî da 22 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di nava hefteya çûyî da di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da ji aliyê yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyan, Tevgera Taybet a Polêsan û Komandoyên Cendirme va û herwiha ji aliyê unsûrên esmanî û bejayî yên Artêşa Tirkiyeyê va hezar û 495 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da bi îdiaya alîkarî û hewandina rêxistina terorê PKKyê va 150, bi îdiaya peywendiya bi rêxistina terorî DEAŞê ra 94, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistina terorî FETOyê da 587, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên çep da jî 26 berşik hatin binçavkirin.
Di operasyonên plankirî da 857 ji ber sûcên terorê, 245 jê ji ber koça bêpergal û 3 hezar û 198 jê jî ji ber hişbir û sûcên qaçaxçîtiyê bi tevahî 4 hezar û 300 kes hatin girtin.
Di operasyonên ewlekariya navxweyî da yek jê kuştî, 16 jê sax û 5 jê jî teslimbûyî bi tevahî 22 terorîst hatin berterefkirin. Hat ragihandin di nava terorîstên ku hatin berterefkirin da Muhdî Başçi ku nasnavê wî "Adil" e û di kategoriya gewr da ye jî heye.
Herwiha di operasyonên li Diyarbekir, Hekarî, Wan û Erziromê da 8 stargeh û şikeftên rêxistina terorê û herwiha 13 teqemeniyên destçêkirî û mayin hatin jinavbirin.
Ji xeynî vê, hêzên ewlekariyê 115 kîlogram madeya teqînê, 24 bombeyên destan, yek jê fuze û 4 jê giran 8 çek û 3 hezar û 58 muhîmat bi dest xistin.
- Operasyonên hişbirê
Li dijî firoşkar û qaçaxçiyên hişbirê 2 hezar û 356 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da qedera 700 kîlogram made û hebên hişbir, 357 hezar û 388 pakêt cixareya qaçax û 61 ton û 746 lître sotemeniya qaçax hatin bidestxistin.
- Têkoşîna dijî koça bêpergal
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da jî hezar û 5 jê li ser behrê bi tevahî 2 hezar û 941 kes hatin girtin, bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirin jî 245 kes hatin binçavkirin.