Sevim Hatun
07 Hezîran 2016•Rojanekirin: 09 Hezîran 2016
VAN
Di Gola Wanê da mîkrobiyalîtên ku dirêjiya wan 20 metre ye û wekî "paceyên cin û periyan" tên binavkirin hatin dîtin.
Di çarçoveya xebata ku Derhênerê Dîmenên Binê Avê Tahsîn Ceylan, Hîndekarê Fakulteya Mahsulên Avê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (WYY) Prof. Dr. Mustafa Sari û hîndekarê avjeniyê Mûrat Kûlaç bi hev ra birê va dibirin da, di binê avê da tiştên nû kifşkirin.
Hîndekarê Fakulteya Mahsulên Avê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Mustafa Sari li Hêwana Konferansê ya Fakulteya Zîraetê ya WYYê civîn li dar xist û di civînê da got ku ew her sal du caran xwe bera binê Gola Wanê didin, îsal bernameya wan a duyemîn bi dawî bû û di çarçoveya bernameyê da di binê avê da tiştên nû kifşkirin.
Sari got ku derbarê Gola Wanê da lêkolîn hatine kirin lê ev lêkolîn têrê nakin, ew ji bo vê yekê lêkolînan didomînin û di çarçoveya van lêkolînan da li dinyayê mîkrobiyalîteyên herî mezin ên ku tên zanîn di Gola Wanê da tespîtkiririn.
Sari got ku ji qelîştekên di binê avê da kalsiyûm tevlî ava Gola Wanê dibe, gol ji hêla kalsiyûmê va zehf baş e û wiha dewam kir: "Li der û dora vê ava bakteriyên bi siyanur û fîtoplankton kom dibin, ev jî him çozeltiya kalkerê him jî kevirê kirêcê çêdikin. Gava ev çêdibe av wekî lûleyê ber bi jor hildikişe, di vê navê da plankton û bakteriyên bi siyanur dora lûleya avê kom dibin. BI vî awayî di binê Gala Wanê da avahiyên mezin ên dişibin daran çêdibin."
-Mîkrobiyalîta herî mezin a Dinyayê di Gola Wanê da ye
Sari bal kişand qeydên di lîteraturê da got ku li gor lîteraturê bilindiya mîkrobiyalîtan 2 an 3 metre ye û ev nirxandin kir:
"Me mîkrobiyalîtên ku bilindiya wan 20 metreye tespît kirin. Yani niha mikrobiyalîtên herî mezin di binê gola Wanê da ne. Heta me cihekî wisa tespît kiriye ku dibe em wir mekî laboratûvarê bikarbînin û çêkbûna mîkrobiyalîtan bişopînin. Agahiyên ku heta niha di lîteraturê da cih girtibûn serobino bûn. Em gihîştin asteke wisa ku wê bi van agahiyan hemî lîteratur biguhire."
-Lazime em vê li Tirkiye û dinyayê bidin nasîn
Derhênerê Dîmenên Binê Avê Tahsîn Ceylan got ku armanca me kifşkiran tiştên nû ne û wiha dewam kir: "Mercanên Gola Wanê di lîteraturê da cihê xwe girtin. Milet ji bo dîmena mercanan bigire diçe Behra Kizil a cihên din ên dinyayê. Ji bo vê yekê divê em ragihînin Tirkiye û dinyayê ku li vê derê mercan hene."