Girava Axdamarê ku bi berfê xemilî, mazûvaniya ziyaretvanên xwe dike
Van
Girava Axdamarê ya li nava Gola Wanê bi ketina berfê ra spîçîl bû û digel ku hewa pir sar e jî ji ziyaretvanan xalî nabe.
Li Wanê ji cihên ku turîstên xwecî û biyanî herî zêde ziyaret dikin yek jê jî Girava Axdamarê ye. Du roj in berf dibare û girav di binê berfê da ma.
Turîstên xwecî û biyanî û hezjêkerên wêneyan bi kelekên ku ji navçeyên Edremît û Gevaşê radibin va piştî rêwîtiyeke nîv saetî xwe gîhandin giravê. Ziyaretvan li gravê geriyan, çûn dêrê û wêne kişandin.
Girava ku bi berfa xwe va ava şîn a Gola Wanê xemilandiye, bi dronê hat kişandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
