Jiyan

Bi vekişîna ava Gola Wanê ra piyên îskeleya sed salî derketin holê

Necmettin Karaca  | 04.11.2025 - Rojanekırın : 15.11.2025
Bi vekişîna ava Gola Wanê ra piyên îskeleya sed salî derketin holê Necmettin Karaca

Van

 Li Muradiyeya navçeya Wanê ji ber daketina asta ava Gola Wanê, piyên îskeleya sed salî derketin holê.

Vekişîna avê ya li keviya Gola Wanê ya ji ber hişkesalî û hulmbûnê bermayiyên avahiyên qadên nîştecihiyê yên dîrokî û mîkrobiyalît (şembelîlk) bi awayekî berbiçav lê xuya dikin.

Li taxa Unseliya ser bi navçeya Muradiyeyê bi vekişîna avê ra piyên îskeleya darîn derketin holê.

- "Ev cihê em niha lê ne, berê di binê avê da bû"

Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil Wanê Dr. Mustafa Akkuş derbarê vekişîna avê da ji nûçegihanê AAyê ra axivî.

Akkuş got, "Ji ber ku berf kêm dibare, di ser da zêdebûna hulmbûnê di mehên havînê da Gola Wanê vedikişe. Êdî zû dibe zivistan û havîn jî zû tê. Ji ber vê ava Gola Wanê vedikişe û îskeleya dîrokî derdikeve holê."

Akkuş behsa vekişîna avê ya li keviya golê li beşa navçeya Muradiyeyê kir û got:

"Em li taxa Unselî li peravê ne. Bi rastî, cihê ku em niha lê ne, berê di bin avê da bû, lê niha ev der nêzîkî 500 metreyî dûrî golê ye. Bi vekişîna Gola Wanê ra, niha îskeleyên kevin derketine holê. Ev îskele belkî zêdetirî 100 sal berê hatine çêkirin. Her ku Gola Wanê vedikişe, îskeleyên nû derdikevin holê. Dibe ku deverên ku niha di bin avê da mane berê qadên jiyana mirovan bûn. Gola Wanê gelek raz û nehêniyan di xwe da dihewîne û her ku xeta peravê vedikişe, ev raz yek bi yek derdikevin holê. Îro, li gelek deverên Gola Wanê, li ser peravên wê, îskele derketine holê ku di demên berê da ji bo mirovan rêya veguhastinê peyda dikirin. Yek ji wan îskeleyan jî ya li perava taxa Unseliyê ye."

Mevlut Biliciyê 87 salî yê nîştecihê wê derdorê anî ziman ku di dema bapîrê wî da îskele hebûye û ew ji bo veguhastinê dihat bikaranîn, lê dema ku asta ava golê bilind dibû ew di bin avê da dima.

Bilici got ku ji ber ku di salên dawî da Gola Wanê vedikişe, piyên îskeleyê jî derketine holê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın