Önder Beyter
22 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2020
Li Muradiyeya navçeya Wanê ku bi bedewiyên xwe yên xwezayî derdikeve pêş, werzişvanan di 3 hezar raqimê da paraşûta palê kirin û asîmanê Gola Wanê xemiland.
Navçeya Muradiyeyê ku her demsala salê bi bedewiyên xwezaya xwe bala ziyaretvanan dikişîne, werzişvanên ku dixwazin li ber manzaraya Gola Wanê paraşûta palê bikin û bi vî awayî kêf û şadî bikin, diezimîne.
Di vê çarçoveyê da bi pêşengtiya Şaredariya Muradiyeyê ji Antalya, Meletî û Wanê 9 werzişvan serê sibehê ber bi Çiyayê Pîr Reşît ku raqima wê 3 hezar e derketin rê.
Werzişvanên ku li vê derê amadekariyên xwe temam kirin, di raqima 3 hezar û 109ê da firê ketin û li ser Gola Wanê firiyan. Werzişvanên ku asîmanê Gola Wanê xemiland, qederek şûnda li qeraxê Erdîşê danîn.
Welatiyên ku çav bi werzişvanan ketin jî xwestin bi têlefonên xwe yên mobîl dîmenên wan bikişînin.
Pîlotê P5ê Mehmet Sadik Goller ku ji Antalyayê hat Wanê, diyar kir ku wî cara ewil di raqima 3 hezar û 109ê da firîn pêk anî.
Goller diyar kir ku ew ji ser Gola Wanê firiyan û wan li qeraxê Erdîşê danî û wiha dewam kir:
"Ev der ji bo paraşuta palê ciyekî pir guncan e. Armanca me ew e ku em van deran bi însanên me bidin naskirin û wê yekê nîşan bidin ku li vê derê paraşûta palê û werzişa xweşiqitandinê tê kirin. Em sipasiya Şaredariya Muradiyeyê dikin ku pêşentiya me kir û ev vexwendin vê derê."
Midûrê Karûbarên Çand û Civakî yê Şaredariya Muradiyeyê Bunyamîn Polat diyar kir ku ew dixwazin li navçeyê werzişa paraşûta palê bidin naskirin û belavkirin û wiha dewam kir, "Lewma jî em ji bo vê armancê dixwazin werzişvanên li ser asta welêt û dervayî welêt li navçeya me biezimînin. Her wiha em plan dikin ku festîvala paraşûta palê li dar bixin da ku ev der bibe qada pêşbaziyên werzişê yên neteweyî û navneteweyî. Em bangî welatiyên me yên li seranserî Tirkiyeyê dikin yên ku ji paraşûta palê hez dikin, werin vê derê û li ber manzaraya Gola Wanê ji xwe ra paraşûta palê bikin."