Spor

Şengûra di Şampiyona Kupaya Cîhanê ya Kick Boksê da bû duyemîn bi alîkariya eta xwe ji bo şampiyoniyê xwe amade dike

Suat Öztürk  | 21.06.2022 - Rojanekırın : 22.06.2022
Şengûra di Şampiyona Kupaya Cîhanê ya Kick Boksê da bû duyemîn bi alîkariya eta xwe ji bo şampiyoniyê xwe amade dike

Elazig

Deniza Şengura 17 salî ya çav da xwîşka xwe ya mezin a werzişvana tîma neteweyî û dest bi kick boksê kir, di kûpaya dinyayê ya kick boksê da bû duyemîn û niha jî xwe amade dike ku bibe şampiyona dinyayê.

Şengura ku li Elezîzê dijî, gava 6 salî bû çav da xwîşka xwe ya mezin Zelal Şengurê û wekî hobî des bi kick boksê kir. Şengurê bi hewl û xebata xwe va pile bi dest xistin û biryar sitand ku vê werzişê wekî profesyonel bidomîne.

Werzişvana ciwan di Kûpaya Dinyayê ya Kick Boksê ya Navneteweyî ya 7emîn da ya ku di 2-5ê Gulanê da li Stenbolê hat lidarxistin, di kategoriya "Low Kick"ê da di 65 kîloyê da bû duyemîn.

Deniza ku hedefa xwe mezintir kir, dê di Şampiyonaya Kick Boksê ya Tirkiyeyê ya ku dê 23yê Hezîranê li Kocaeliyê were lidarxistin da digel hevrikên xwe were hemberî hev.

Deniz Şengurê ji bo vê şampiyonaya ku dixwaze pileyan bi dest bixe û têkeve tîma neteweyî, li Navneda Werzişê ya Ciwaniyê bi antrenoriya xwîşka xwe ya mezin xwe amade kir.

Deniz Şengurê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, wî 11 sal berê çav da xwîşka xwe ya mezin û wisa dest bi kick boksê kir û wiha dewam kir:

"Ez dixwazim di branşê da beşdarî maçan bibim, pileyan bi dest bixim, nûnertiya welatê me bikim û alaya me bilind bikim.

Werzişvana tîma neteweyî Zelal Şengurê jî diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe û vir va bi kêfxweşî kick boksê didomîne û her wisa ew bextewar e ku ew di vî warî da ji bo xwîşka xwe bû mînak û wiha dewam kir:

"Ez piştgiriyê didim xwîşka xwe. Herî dawî di 65 kîloyan da bû duyemîna dinyayê. Hêviya min ji wê heye. Li pêş me şampiyonaya Tirkiyeyê heye. Bi serkeftina ku ji wir bi dest bixe va dê beşdarî şampiyonaya dinyayê bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.