Ahmet Aydın
02 Sibat 2018•Rojanekirin: 03 Sibat 2018
HATAY
Li Hatayê di çarçoveya 3 dozên derbarî wî de, ji bo Mîhraç Uralê serkirdeyê Acilciyê THKP-Cya rêxistina terorê ku berpirsê êrîşa Reyhanliyê ya sala 2013an e û fîrarî ye, bultena sor hat dersixtin.
Derbarê Uralê ku ji aliyê 2yemîn û 3yemîn Dadgehên Cezaya Giran ên Hatayê ve ji sûcê "avakirin û rêveberiya rêxistina terorê ya çekdar" 15 sal, herwiha ji aliyê 1emîn Dadgeha Cezayê Giran jî ji heman sûcî heta 22 sal û nîvan û bi giştî heta 52 sal û 6mehan cezayê hebsê jê re tê xwestin, bultena sor hat derxistin.
Bultena sor ya ji bo Uralê ku bi biryara "girtin"ê lêgerîna wî heye hat derxistin, ji Rêveberiya Giştî ya Hiqûqa Navneteweyî û Têkiliyên Derve ya Wezareta Dadê re hat şandin.
Wezareta Karê Derve piştî ku Mîhraç Uralê terorîst di nava beşdarvanên Kongreya Soçiyê de hat dîtin ji Rûsyayê îzahat xwestibû.