19 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê dayik û qîza wê ya ku bê destûr çûn mala xwe ya li herêma qedexe ye û ji ber teqîna bombeya terorîstên PKKyî bi cih kiribû da can dan.
Li gor agahiyên hatin hildan Heyhat Mujde (44) û qîza wê Saadet Mujde (21) bêdestûr çûn mala xwe ya di Kuçeya Çakirê ya li Taxa Dîcleyê ku hêzên ewlehiyê ji ber talûkeya teqemeniyan têl kişandibû derdora wê. Dema dê û qîza wê mala xwe kontrol dikirin û zirar û ziyana xwe taspît dikirin teqemeniya ku berê ji hêla terorîstan va hatibû bicihkirin teqiya û herduyan jî can dan.
Li ser xeberê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û ji bo otopsiyê her du cesed birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Rayedaran hişyarî da û ragihand ku li taxên derdora wan hatiye têlkirin, xebatên ji bo tespîta teqemeniyan dewam dikin û bila welatî neçin wan herêman.