İbrahim Atmaca
09 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2019
GAZÎANTEP
Li Gazîanteb û Kahramanmaraşê berfa ku bi şev barî, gelek deverên li herdu bajaran jî xemiland.
Li Gazîantebê piştî berfa ku bi şev barî rê, wesayît, banî û dar û ber di bin berfê da man.
Welatî serê sibê zehmetî kişand û paşê tavê dayê û dîmenên xweş derketin holê.
Li navçeya navend a Şehîtkamilê hin aliyên gola biyolojîk a li Parka Tebîetê ya Dulukbabayê cemed girt.
Dîmena daristanê ji hewa va jî hat kişandin û dîmenên xweş derketin holê.
- Kahramanmaraş
Li Kahramanmaraşê jî berf barî û dibistan hatin tetîlkirin. Zarok serê sibê derketin parkan û bi berfê leyîst.
Bi droneyê va ji hewa va dîmena Parka Jiyanê ya Siruştî, herêmên Yalnizardiç û Navenda Kaşûnê ya Yedîkuyularê ku li navçeya navend a Dulkadîrogluyê ne, hat kişandin.