23 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
ANKARA
Biryarên Şêwra Leşkerî ya Bilind (YAŞ) hatin eşkerekirin.
- Efser wê 28 salan wezîfeyê bikin
Li gor biryarên YAŞê, ji bo ku hejmara efserên ku rûtbeya wan bilind in biqedeme bê kêmkirin, ji 30ê tebaxa 2016an pê ve efser wê bi giştî 28 salan wezîfeyê bikin.
- 586 albay hatin teqawîdkirin
Li gor biryarên YAŞê ji Fermandariya Hêzên Bejahiyê 470, ji Fermandariya Hêzên Behrê 71 û ji Fermandariya Hêzên Asîmanî jî 45, bi giştî 586 albay hatin teqawîdkirin.
- Dema wezîfeyê ya 434 albayan du salan hat dirêjkirin
Li gor biryarên YAŞê, ji 30ê tebaxa 2016an pê ve ji Fermandariya Hêzên Bejahiyê 372, ji Fermandariya Hêzên Behrê 27 û ji Fermandariya Hêzên Asîmanî jî 35, bi giştî 434 albay wê du salan dîsa wezîfeyê bikin.