Elif Orhan
03 Adar 2018•Rojanekirin: 04 Adar 2018
AFRÎN
Eskerên Tirkiyeyê di çarçoveya Herekata Çiqlê Zeytûnê de pêşketina xwe ya ser Efrînê didomîne, jinên efser ên ku li yekîneyên xeta sînor peywirdar in di herekatê de peywireke aktîf digirin.
Di hin yekîneyên ku beşdarî herekata ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyyeê ji 20ê kanûna paşîn ve didomîne bûne de eskerên jin jî peywir dikin. Efserên jin ên ku hin ji wan berê di Mertala Firatê de cî girtin wekî dest û lingên yekîneyên ku beşdarî Herekata Çiqlê Zeytûnê ne.
Dîlek Ayguna Serpelê Topavêj ê ku di bataryaya obusê ya li seranserê xeta sînor bi cî bûyî de peywirdar e jî yek ji wan efserên ku di operasyonên ser YPG/PKK-DEAŞa rêxistina terorê de cî digire.
Aygunê got ku obêsn firtanayê di herekatê de roleke gelekî girîng cî digirin.
Aygunê diyar kir ku dikarin ku hedefên 40 kîlometro dûr bikarin îmhe bikin û wiha axivî: "Obûsên firtinayê di her cure şertê asîmanî de dikarin peywirê bikin. Ev yek jî qabîliyetên operasyonê yên yekîneyan û hêz û ewlehiya li pişt wan zêde dike. Ji bo min gelekî girîng e ku di herekatê de peywirdar im."
- "Em nevinên Qere Fatma, Nene Hatûn in"
Serpel Ceren Ozçelîka ku di herekatê de wek fermandarê taxima temîratê peywirdar e jî di nav ekîba ku fealiyetên temîrkirinê de cî digirin de cî digire.Ozçelîkê got ku ji bo wê rûmetek e ku di herekatê de cî digire û wiha axivî: "Ez di kademeya xwedîkirinê de peywirdar im, ji xwedîkirina obusan berpirsyar im. Em neviyên Qere Fatma, Nene Hatûn in, eşqa welat ji wan ji bo me mîrat ma. Ji bo min rûmetek e ku ez vê pîşeyê dikim û tevî vê herekatê dibim."
Serpel Çîgdem Yukselê jî got ku hêz û biryardariya wan dikare ji ser hemû zehmetiyan re bê.
Yukselê destnîşan ki ku efserên jin peywirên xwe bi tîtîziyeke mezin pêk tînin û got ku "Peywireke wisa ye ku mirov pê serbilind dibe, em emrên ku tên dayîn demildest bi cî tînin."