Elif Orhan
04 Adar 2018•Rojanekirin: 04 Adar 2018
BEXDA
Li Iraqê Kurd piştî ku budçeya sala 2018an digel boyqota wan ji parlementoyê derbas bû plan dikin ku dev ji meqama Serokomariyê ya li Bexdayê berdin û bi temamî ji siyasetê vekêşin.
Parlementerê Kurd Adil Nûrî daxuyanî dan hin şaxên çapemeniyê û got ku "Em wek Kurd alternatîfa ji hemû siyaseta li Bexdayê vekişînê dinirxînin. Meqama Serokomariyê û wezaret jî di nav vê de ne."
Nûrî parast ku di plana vekişîna muxtemel digel ku li ser boyqota wan budçe hat derbaskirin jî gkek faktorên din jî tesîrdar in û got ku "Hevkarên me ji bilî paşvekişîna ji siyasetê ji me re tu alternatîf nehiştin."
Budçeya sala 2018an a ku li Iraqê bû qeyrana siyasî, para Hewlêrê hat daxisitin û tê de "destê xwe girtin" heye digel boyqota parlementerên Kurd di rûniştina ku ji 328 parlementeran 176 kes amade bûn de bi piraniya dengan hatibû tesdîqkirin.
Budçe nêzî 104 trîlyon dînar (88 milyar dolar) hat diyarkirin û tê diyarkirin ku nêzî 10 milyar dolarî kêmasî heye di budçeyê de.
Di budçeya navborî de firotina neftê serê warîlê wek 46 dolar hat hesibandin û rojane 250 hezarê wê ji Kerkûkê 3,88 milyon warîl îxracata neftê cî digire.
Li Iraqê budçe salên borî ne li gor serjimara bajêran piranî li gor îtifaqên siyasî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de têşe digirt. Di encama îtifaqên navborî de ji budçeya welêt parake ji sedî 17an digiha HKIyê.
Li Iraqa ku dahata wê piranî li ser neftê we di budçeya 2018an de bereksê salên borî ji bo HKIyê pareke ji sedî 12,6an hat veqetandin. Tê gotin ku Serokwezîr Îbadî bi xwe piştgirî da verastkirinê û ev rêje wî bi xwe li ser metnê nivîsandiye.