Önder Beyter
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
ANKARA
Li gorî biryarên Şûraya Bilind a Leşkerî, 6 general/amîral bo rutbeya jor, 61 albay jî bo general/amîraliyê hatin terfîkirin. Maweya peywirê ya 8 generalan bo salekê, ya 168 albayan jî bo du salan hat dirêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî, di civîna Şûraya Bilind a Leşkerî ku îro hat kirin da der heqê rewşa personelê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê yên ku wê ji general/amîral û albaytiyê terfiyê pileyeke jortir bikin, yên ku wê maweya peywira wan bê dirêjkirin, yên ku wê ji ber nebûna qadroyê û hedê temenê bên teqawidkirin da biryar hat dayîn.
Li gorî vê yekê, ji 30ê Tebaxa 2017an pê va 6 general/amîral bo rutbeya jor, 61 albay jî bo general/amîraliyê hatin terfîkirin. Maweya peywirê ya 8 generalan bo salekê, ya 168 albayan jî bo du salan hat dirêjkirin.
Di daxuyaniyê da dîsa wiha hat gotin, "General/amîral û albayên ku ji bo pileyeke jortir hatin terfîkirin û herwiha yên ku maweya peywira wan hat dirêjkirin, rutbe û peywira wan a nû bira li miletê me yê ezîz, li Hêzên me yên Çekdar û malbatên wan bixêr be. Ji bo rêhevalên xwe yên ku ked û xîreke mezin pêşkêşî artêşê kirin, em spasiyê dikin û ligel malbata wan em ji wan ra jiyaneke xweş û aram hêvî dikin."
Ji bo Fermandariya Hêzên Bejayiyê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Yaşar Guler, ji bo Fermandariya Hêzên Deryayî Serokê Sazkar yê Hêzên Deryayî Koramîral Asnan Ozbal, ji bo Fermandariya Hêzên Asîmanî Fermandarê Hêza Cenga Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz hatin tayînkirin.