Elif Orhan
24 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2019
AGIRÎ
Sermaya zêde ya li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tesîreke neyinî li ser jiyanê dike.
Li Agiriya ku ev mehek e dem bi dem berf dibare û hewa gelekî sar e digel mirovan heywan jî zehmetiyê dikşînin.
Li bajêr welatiyên ku erebeyên hespan karê neqliyeyê dikin ji bo ku hespên xwe ji sermayê biparêzin wan bi betaniyan dipêçin.
Erebevanên ku li kolanên Wana Kevn û Kagizmanê li benda mişteriyan in ev mehek e ji ber sir û sermayê hespên xwe bi betanî û kilîman dipêçan.
- "Em gelekî ji wan hez dikin û betaniyê diavêjin ser wan"
Xwendekarê dibistana navîn Engîn Yaşarê ku di betlaneya nîvê salê de ji bo arîkariya bavê xwe karê erebeya hespan û neqliyeyê dike got hewl dide ku xercelixa dibistanê derxîne.
Yaşar diyar kir ku ev hefteyek e hewa gelekî sar bûye û wiha axivî: "Hewa sar e. Em jî dicemidin hesp jî dicemidin. Zivistan e, Li vir zivistanê germahî heta 30 pîleyî bin sifrê de dikeve. Êvaran hewa gelekî sar e. Em gelekî ji hespên xwe hez dikin û betaniyê li dora wan dipêçin, ceh didin wan. Kareke zehmet e ew kesê ku ev kar dike divê hoste be. Ew jî wekî me jîndar in, ew jî wekî me dicemidin, nexweş dikevin û dimirin, em ê pişt re cehnemê de ezaba wan bikşînin."